li Kirmanşahê 3 hezar û 300 kes bi nexweşiya AIDS'ê ketine

li Kirmanşahê 3 hezar û 300 kes bi nexweşiya AIDS'ê ketine

Ji ber xemsarî û siyaseta rejîma Îran’ê ya hejarhiştina Kurdan, her roja diçe xelkê herêmê rastî pirsgirêkên mezin tên. Hat ragihandin, ku bi tenê li bajarê Kirmanşahê 3 hezar û 300 kes bi nexweşiya AIDS’ê ketine. Li tevahiya Îranê 24 hezar kes bi nexweşiya AIDS ketine û ji sedî 13’ê wan li bajarê Kirmanşah ê Rojhilatê Kurdistanê ye. 

Berpirsê koma pêşîgirtina li nexweşiya AIDS'ê yê bajarê Kirmanşahê Nahîd Xadimî, der barê mijarê de ragihand ku; kesên bi nexweşiya AIDS’ê ketine ji sedî 60’ê wan di navbera temenê 20-37 salî dene û ji sedî 10’ê wan jî jinin.

Hat gotin, ku li bajarê Kirmanşahê rêjeya jinên bi nexweşiyên madeyên hişber û AIDS’ê dikevin zêde bûye. Bajarê Kirmanşahê di aliyê dermansaziyê de gelek kêmasiyan dijî.

Beriya niha bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatibû aşkerakirin ku li bajarê Sinê jî 467 kes bi nexweşiya AIDS’ê ketine.

Li gorî raporên fermî, li bajarê Kirmanşah ê Rojhilatê Kurdistan, ji şeşan yekê nexweşan bi nexweşiya AIDS’ê ketine û li gorî vê rêjeyê, Kirmanşah yeke ji bajarên li Îranê herî zêde kes bi vê nexweşiyê ketine. 

Hêjayî gotinê ye ku, nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbuyî (NY) yê mafê mirov li Îranê, di rapora xwe ya salane de siyaseta rijêma Îranê ya li ser bajarê Kirmanşahê ji ber rewşa hejariyê şermezar kiribû.