Li Kobanê 20 çete hatin kuştin

Li Kobanê 20 çete hatin kuştin

Şervanên YPG’ê li rojhilatê Kobanê du çalakiyên bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ’ê lidar xistin. Di encamê de 20 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin, wesayîtek û doçkayek 23 hatin rûxandin û 6 wesayîtan jî derbe xwarin.

Şer û pevçûnên li rojava, başûr û rojhilatê herêma Kobanê di 15’ê Îlonê di navbera YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de hatibûn despêkirin dewam dikin. Çeteyên DIAŞ’ê li hemberî berxwedana şervanên YPG’ê û gelê Kobanê derbeyên giran dixwin.

Şervanên YPG’ê saet di 23.30’an de li gundên Eyin elbat, Tilik, Qebecux ên li rojhilatê Kobanê 2 çalakiyên bi bandor li darxistin. Di encamê de 20 çete hatin kuştin, wesayîtek û doçkayek 23 hatin rûxandin û 6 wesayîtan jî derbe xwarin.

Hate zanin ku çeteyên DAIŞ’ê li gundê Eyin elbat bi wesayîtên Hamir kuştiyên xwe kişandine.

Çeteyên DAIŞ’ê wextê bi hewara kuştiyên xwe ve çûn, rastî bersiva YPG'ê hatin û di encamê de wesayîtek hat rûxandin, 6 wesayît hatin derbkirin. Tê gotin ku di vê çalakiyê de jî gelek kuştî û birîndarên çeteyên DAIŞ'ê hene.