Li Kobanê 4 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Li Kobanê 4 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Di encama topbarana çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) de welatekiyê ji Kobanê Mihemed Bozo Hesî jiyana xwe ji dest da. Li ser bersivdayîna hêzên YPG'ê 4 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku duh bi şev, çeteyên DAIŞ'ê gundên Cib El-Ferec û Derbazan ên li rojavayê herêma Kobanê bi hawanan topbaran kirin û di encamê de welatiyê Kurd Mihemed Bozo Hesî jiyana xwe jidest daye. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî vî êrîşê çeteyan, hêzên me heman şevê saet di 24'an de li hember yekineyekî çeteyan a di navbera gundên Ziyaret û Çiloxlî çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyêde 4 çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn."