Li Kobanê banga alîkariya koçberan hate kirin
Li Kobanê banga alîkariya koçberan hate kirin
Li Kobanê banga alîkariya koçberan hate kirin
Rêvebirên komîte û desteyên alîkariyan ên Kobanê diyar kirin ku piraniya alîkariyên gihiştibûn wan ber bi xilasbûnê ve diçin û depoyên wan ber bi valabûnê ve diçin û banga alîkariyê kirin.
Piştî ku komên çete yên DAIŞ'ê êrîşên xwe li dijî kurdên Minbic, Cerablus, Bab û herêmên din ên girdayî Helebê zêde kirin, pêla koçberiyê ber bi Kobanê ve zêde bû. Jiber rewşa zivistanê û serma zêde pêwistiya koçberan ya alîkarî zêdebû. Komîteyên alîkariyê yên herêma Kobanê li gora derfetan alîkariya koçberan dikin. Rêveveberiya komîteyên alîkarî ya herêma Kobanê destnîşan kirin ku wan piraniya alîkariyên gihiştibûn wan belavkirine û niha depoyên wan ber bi valabûnê ve diçin.
Derheqê mijarê de Rêveberê Komeleya Biratî ya girêdayî Desteya Bilind a Kurd Ebdulrehman Muslim got ku piştî wan di van rojên dawî de alîkarî li koçber û xizanan belavkirin depoyên wan ber bi valabûnê ve diçin.
Muslim, da xuyakirin ku rewşa koçberên ku di demên dawî ji ber êrîşên komên çete yên li dijî kurdên Minbic, Cerablus, Bab û herêmên din Helebê hatine herêmê zehmete û pêdeviya wan bi pêwîstiyên mezin heye. Muslim, destnîşan kir ku ew ê tevlî girtina rêyan jî bi hemû îmkan û derfetên xwe yên heyî alîkariya bikin û wiha axivî: "Hejmar koçber û xizanan zêdeye pêdiviya me bi alîkariyan heye."
Muslim, bang li hemû sazî û dezgehên mirovî kir da ku alîkariyên mirovî bi herêmê re bikin.
Berpirsyarên Komîteya Alîkariyiyên Mirovî a Deseteya Bilin Izedîn Hecî Reşad û Îsmaîl Ehmed jî diyar kirin ku alîkariyên ku ji aliyê komele û saziyên mirovî giya bûn wan nisbetî koçberên ku hatine herêmê pir kêmin. Herdû saziyan destnîşan kirin ku 300 hezar koçber li herêma Kobanê çêbûne û pêdiviya wan bi alîkariya heye. Herdû rêveberan bang li sazî, dezgehên mirovî û hemû xêrxwazan kir ku alîkariya wan bikin.