Li Kobanê bi dehan çete hatin kuştin
Li Kobanê bi dehan çete hatin kuştin
Li Kobanê bi dehan çete hatin kuştin
Hêzên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedana xwe berdewam dikin. Ji şevê din heta niha gelek çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û gelek wesayîtên leşkerî yên çeteyan jî hatin rûxandin.
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên hovane ji 15’ê Îlonê ve li dijî herêma Kobanê zêde kirin. Şervanên YPG’ê li gel Odeya Çalakiyan a “Volkana El-Firat” gelek çalakî li dijî çeteyan li dar xistin. Volkana El-Firat li gundên Siftik û Sosan ên rojavayê herêmê îro danê piştî nîvro li dijî çeteyan çalakiyek pêk anîn. Di encamê de şer û pevçûn di navbera wan û çeteyan de rû dan û hê jî berdewam in. Di encama vê çalakiyê de bi dehan çete hatin, tankeke çeteyan hate bêbandorkirin û 2 wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin.
Li gundên Kurbinkar û yên derdorê yên başûrê herêmê jî hêzên YPG’ê li dijî çeteyan çalakiyeke bi bandor li dar xistin û di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de şer û pevçûn bi dijwarî rû dan. Di encamê de herî kêm 20 çete hatin kuştin, 4 wesayîtên leşkerî û 2 motorsîkleyek ku çeteyan diajotin bi temamî hatin rûxandin.
Li aliyekî din şervanên YPG’ê li devera gundê Mezra Sofiyan hemleyeke paqijkirina çeteyan da destpêkirin.
Li girên gundê Dongiz ê başûrê herêmê jî çeteyan hewl dan êrîşî bendên şervanên YPG’ê bikin, rastî bersiva tund ji aliyê şervanan ve hatin. Çete neçar man paş ve birevin.