Li Kobanê bîlançoya 24 saetên dawî

Li Kobanê bîlançoya 24 saetên dawî

YPG'ê encama şer û pevçûnên bîst û çar saetên dawî yên li Kobanê aşkera kir. Li eniya rojhilat pêşveçûna çeteyan hat rawestandin û li sê eniyan herî kêm 53 çete hatin kuştin. Di 6 rojên dawî de 27 têkoşerên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê der heqê rewşa dawî ya şerê li Kobanê di 15'ê Îlonê de destpê kir de, daxuyaniyek da.

YPG'ê da xuyakirni ku çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşên wan ên heta îro li hemû herêmên Rojava tek çû ne, bi hêzên teqwiye û çekên giran ên li herêmên cuda yên Sûriye û Iraqê peydakirî ve hewl didin ji Kobanê tola xwe bistînin û got, "Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji rojhilat, rojava û başûrê Kobanê ji 15ê Îlonê vir ve daye destpêkirin bi şeklekî dijwar dewam dikin. Lê gelê me û hêzên milê xwe dane hev û bi derfetên xwe yên kêm, gund bi gund, bost bi bost li hemû eniyan li hember çeteyan li ber xwe didin. Di encama vê berxwedana bêhempa de di eniya rojhilat de pêşveçûna çeteyan hatiye sekinandin, lê li eniyên rojava û başûr pevçûn hîn jî didomin."

YPG'ê encama şer û pevçûnên bîst û çar saetên dawî de bi vî rengî aşkera kir:

PÊŞVEÇÛNA LI ENIYA ROJHILAT HAT SEKINANDIN

"Li gundên Ayn Betê, Kavaçox û Tilik ên li rojhilatê Kobanê pevçûnên gelekî dijwar hatin jiyîn. Hêzên me di van qadan de 2 jê wesaîtên zirxî yên Hamer bi giştî 3 wesaît û doçkayek 23 rûxandine. Di şerê li vir de herî kêm 12 çete hatine kuştin. Çeteyan, cenazeyên xwe li pey panzeran girê dan, bi erdê ve kaş kirin û bi vî awayî ji qadê derxistin.

Hêzên me di heman demê de li hemberî wan çeteyên ku derb xwarine çalakiyek lidarxistin. Di vê çalakî de jî 9 çete hatine kuştin û doçkake 23 hatiye rûxandin. Hêzên me li karwaneke wesaîtên çeteyan a ku dixwestin bi hawara çeteyan ve bê, bi şeklekî bi bandor xistin. Di encamê wesayîtek tevî çeteyên tê de hatiye rûxandin, 5 wesayît jî hatine derbkirin. Lê nehat zanîn ka çend çete hatine kuştin û birîndarkirin.

Di şer û çalakiyên li van qadan de 3 hevalên me mînake berxwedanî û fedakarî nîşan dan û gihiştin şehadetê.

Li gundê Uçkardeş ê li heman eniyê jî pevçûnên dijwar hatin jiyîn. Di van pevçûnan de wesaîtek çeteyan hatiye rûxandin û 5 çete hatin kuştin.

ENIYA ROJAVA: HERÎ KÊM 23 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên me derbên giran li çeteyên êrîşî gundê Til Meydana a li li rojavayê Kobanê kirin, dan. Di vê qadê de giştî 23 çete hatin kuştin. Hêzên me dest danîn 8 cenaze, 8 çeka kleş, 1 çeka BKC, 1 çeka B7 bombeavêj û dûrbînekê.

Hêzên me di çalakiya xwe ya li gundê Dadalî de derbên giran li çeteyan xistin. Li gundên Til Qoşlê û Zerik ên li heman qadê jî pevçûnan hatin jiyîn. Der barê çalakî û pevçunên li her 3 qadan de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelal kirin. Derveyî van gundan danê sibê li gundê Sultanê jî pevçûnek hatiye jiyîn."

YPG'ê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku li herêma Çelebiye ya li başûrê Kobanê jî pevçûnên dijwar hatine jiyîn û got, "Di pevçûnên li derdora Til Kazanê de herî kêm 4 çete hatine kuştin ku hatine tespîtkirin. Di şerê li vir de hevalekî me bi lehengî şer kir û gihaşt şehadetê."

DI 6 ROJÊN DAWÎ DE 27 YPG/YPJ'YIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bombebaran çeteyên DAIŞ'ê ya li sê eniyên Kobanê dewam dike û wiha hat gotin: "Di nava 24 seatên dawî de di pevçûn û çalakiyên li her 3 eniyên Kobanê de bi qasî hatiye zelal kirin bi giştî 53 çete hatine kuştin, bi dehan çete jî hatine birîndarkirin.

Di nava 24 seatên dawî de 4 hevalên me yên ku li hember hemû êrîşên çeteyan sekinîn û têkoşîn meşandin, gihaştin şehadetê. Di 6 rojên dawî de di pevçûnên hatin jiyîn û çalakiyên hatin lidarxistin de bi giştî 27 rêhavale me gihîştin şehadetê."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku hêzên YPG'ê duh 3 kesên ji bo tevlî DAIŞ'ê bibin di ser Tirkiyeyê re dixwestin bikevin Kobanê hatine girtin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê her wiha da xuyakirin ku duh êvarê li başûrê Serêkaniyê li hemberî çeteyan çalakiyek hatiye lidarxistin.

LI SERÊKANIYÊ ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn: 

"Roja 19ê Îlonê saet di 20.00'an de li hemer çeteyên DAIŞ'ê di navbera gundên El Nugra û Timadê de çalakiyêk hatiye lidarxistin. Di çalakî de 2 wesaît hatine rûxandin. Piştî çalakiyê pevçûnek dem kurt hatiye jiyîn. Di çalakî û pevçûnê de bi qasî hêzên me zelal kirine, 25 çete hatine kuştin.

Roja 20ê Îlonê bi şevê li hember çeteyên DAIŞê, li ser rêya di navbera gunda Silûk û bajarokê Mabrukê de çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya ku 2 wesaît hatin rûxandin de bi qasî hêzên me zelal kirine 9 çete hatine kuştin, bi dehan çete jî hatine birîndarkirin. Di çalakiyê de hêzên me dest danîne li ser çekek kaleşnîkof jî."