Li Kobanê çete bi cilên sivîlan êrîş dikin

Li Kobanê çete bi cilên sivîlan êrîş dikin

3 Çeteyên DAIŞ'ê li başûr-rojhilatê Kobanê cilên sivîlan li xwe kirin û xwestin ku êrîşî şervanên YPG'ê bikin. Hersê çete jî ji aliyê YPG'ê ve hatin kuştin.

Îro beriya bi 2 saetan yekîneyeke şervanên YPG'ê li başûr-rojhilatê herêma Kobanê dema bi erka xwe ya parastinê radibû, rastî 3 çeteyên ku cilên sivîlan li xwe kirine hatin. 

Hersê çete gazî şervanên YPG'ê kirin û hewl dan ku şervanan bixin kemînekê. Lê şervanên YPG'ê pê hesiyan ku ev her sê kes çete ne û wan bêbandor kirin. 

Şervanên hewl dan ku nêzî cenazeyan her sê çeteyên kuştî bibin dîtin ku li pey wan tank û doçkayên DAIŞ'ê sekinî ne. Şervan yekser ji wê deverê vedikşiyan û xwe ji xefk û kemînên çeteyan rizgar kirin.