Li Kobanê encamên ezmûnên amadeyî diyar bûn
Li Kobanê encamên ezmûnên amadeyî diyar bûn
Li Kobanê encamên ezmûnên amadeyî diyar bûn
Yekîtiya Mamostayên Rojavayê Kurdistanê(YMRK ) encamên ezmûnên dibistana amadeyî yên herêma Kobanê aşkere kir, ji sedî 30 şagirtan ezmûn bi serkeftî derbas kirine.
Piştî ku wezareta perwerdeyê ya rejîma Sûriyê biryar dabû ku ezmûnên asta amadeyî û navendî yên herêma Efrîn û Kobanê veguheze bajarê Helebê, Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdisanê biryar da ku ezmûnan dibin çavdêriya YMRK'ê de li herêmên xwe pêk bînin. Piştî amadekariyan pêvajoya ezmûnan bi serkeftî derbas bû û YMRK'ê îro encama ezmûnên asta amadeyî yên herêma Kobanê aşkere kir, li gor encaman ji 1551 xwendekarên ku beşdarî ezmûnan bûn, sedî 30 şagirtan ezmûn bi serkeftî derbas kirine.
Endamê YMRK'ê Ehmed El Ehmed diyar kir ku biryara wezareta perwerdeyê, her wiha rewşên aloz ên herêmê bandoreke neyînî li ser xwendekaran kiriye, lewma ji sedî 70 xwendekaran nikarîne ezmûnan bi serkeftî derbas bikin.