Li Kobanê komeke çekdar Kurdek revand

Li Kobanê komeke çekdar Kurdek revand

Welatiyê kurd yê bi navê Fethî Temê yê ji Kobanê li herêma Babê ya Helebê ji aliyê komeke çekdar ve hate revandin.

Fethî Temê (29) yê ji Kobanê û li ser wesayîta veguhestina barkêşiyê şofêrtî dikir. Beriya 2 rojan bi wesayîta xwe li herêma Babê ya Helebê ji aliyê komeke çekdar ve hate revandin.

Koma navborî ji bo serbestberdana Temê, ji malbatê 4 milyon lîreyên Sûriyeyê dixwaze.