Li Kobanê nasnameya 2 cangoriyên Rojava hat diyar kirin

Li Kobanê nasnameya 2 cangoriyên Rojava hat diyar kirin

Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê nasnameya şervanekî YPG’ê û Endamê Mala Gel a Reqayê ku di encama êrîşên çeteyan de jiyana xwe ji dest dabûn, aşkera kirin.

Bi armanca îlankirina nasnameyan li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê merasîmek hate lidarxistin.Di merasîma ku bi sedan welatî tevlî bûn de hate diyarkirin ku Endamê Mala Gel a Reqayê Fethî Osman û şervanê YPG’ê Baran Kobanê di êrîşên çeteyan ên li Reqayê de jiyanan xwe ji dest dane.

Pîştî diyarkirina nasnameyan, welatiyan ji malbata Endamê Mala Gel a Reqayê Fethî Osman re sersaxî xwest. Piştre girseyê ji vir derbasî mala malbata şervanê YPG’ê Baran Kobanê bû li wir jî merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de Fermandara YPJ’ê Meysa Ebdo axivî û bal kişand ser êrîşên komên çekdar ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku dê êrîş tu carî îradeya gelê kurd têk nebin. Ebdo, soz da ku YPG/YPJ dê li ser soza xwe ya parastinê heta dawî li ser riya ‘‘Şehîdan” bimeşin.

 Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Seydo jî diyar kir ku tu ambargo û êrîş dê îradeya gelê kurd têk nebin. Li ser navê Partiya Demokratî Kurd li Sûriyê Kîlo Îsa jî axivî û destnîşan kir ku mafê gelê kurd e ku parastina xwe bike.