Li Kobanê şer bi dijwarî didom e

Li Kobanê şer bi dijwarî didom e

Şer û pevçûnên bi êrîşên 15'ê Îlonê re destpê kirin, li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê bi dijwarî didome.

Ev sê rojin li başûr, rojhilat û rojavayê Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve têne bombebarankirin. Niha li gundê Qumçê, Kunheftar, Cadê, Qilheydê, Sêvê yên başûrê kobanê bi dijwarî pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de didome.

Li gundê Degirman, Boraz, Zerik, Talik, Cibilferec, derdora girê Zagros ên rojavayê Kobanê pevçûn di navbera Şervanên YPG ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî didome.

Di heman demê de li gundê Korikê, Xanê û Aydanê pevçûn di navbera şervanên YPG ê û çeteyên DAIŞ’ê de didome.