Li Kobanê şerên dijwar
Li Kobanê şerên dijwar
Li Kobanê şerên dijwar
Şerê roja 15’ê Îlonê li her sê eniyên herêma Kobanê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin bi giranî berdewam dike. Di encama şer û pevçûnan de gelek çete hatin kuştin, doçkayek 23.5 û wesayîtek hat rûxandin.
Êrîşên li ser herêma Kobanê roja 15’ê Îlonê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de hatibû destpêkirin bi hemû dijwarî xwe didome. Şervanên YPG’ê derbeyên giran li çeteyan dixin.
Li gorî agahiyên nûçegihanê AHNA’yê ji herêmê girtine, li başûrê herêma Kobanê şervanên YPG’ê doçkayek 23.5 a çeteyên DAIŞ’ê rûxand. Di encamê de gelek çete hatin kuştin. Şer û pevçûn li başûrê herêma Kobanê berdewam dike.
Li rojavayê herêma Kobanê şervanên YPG’ê wesayîtek çeteyên DAIŞ’ê rûxandin. Her wiha şer û pevçûn li rojavayê herêma Kobanê berdewame.