Li Kobanê şervanên YPG’ê spartin axê
Li Kobanê şervanên YPG’ê spartin axê
Li Kobanê şervanên YPG’ê spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG’ê Îdrîs Hecî yê bi nas nav Şeran, Hecî Brahîm ê bi nasnav Cuma Kobanê, Bozan Nuh ê bi nasnav Serxwebûn Kobanê, Îzedîn Mistefa ê bi nasnav Kendal Çiya û Bozan Ehmed ê binas nav Hozan Agirî ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmekî ve li goristana Şehîdan a li gundê Termik spartin axê.
Li Kobanê Cenazeyên şervanên YPG’ê ku di pevçûnên rojên dawî li gundê Sûsik jiyana xwe jidest dabûn ji aliyê hezaran kesî ve hatin oxir kirin. Merasîma şervanê YPG’ê Îdrîs Hecî yê bi nasnav Şêro Şeran, Hecî Brahîm ê bi nasnav Cuma Kobanê, Bozan Nuh ê bi nasnav Serxwebûn Kobanê, Îzedîn Mistefa yê bi nasnav Kendal Çiya û Bozan Ehmed ê bi nasnav Hozan Agirî ku di pevçûnên gundê Sûsik de jiyan xwe ji dest dabûn duh êvarê ji aliyê hezaran kesî ve ji Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê hatin wergirtin. Cenazeyê cangoriyan ji vir bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîdan a li gundê Termik a Kobanê ve hate rêkirin. Li goristanê merasîm hate li dar xistin.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de li ser navê Saziya Malatên Şehîdan Mistefa Îto axivî, birayên 2 şervanên YPG’ê, li ser navê YPG’ê Ocalan Îso û li ser navê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, û Endamê Partiya Demokratî Kurd Sûriya Îsa Kîlo axivtin hatinkirin. Di axavtinan de berxwedana hêzên YPG’ê hate silav kirin û piştgiriya Tirkiyê ya bi komên çekdar ên DAÎŞ/Eniya El Nusra hate şermezarkirin.
Piştî axaftinan girseyê cenazeyên şervanên YPG’ê bi diruşmeyan spartin axê.