Li Kobanê sînor hatin vekirin

Li Kobanê sînor hatin vekirin

Leşker û polîsan êrîşî welatiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ li ber sînor kom bibûn kirin. Di êrîşan de bombeyên gazê û ava şid hat bikaranîn, jinekê ku pêl mayinê kir birîndar bû. Bi sedan welatiyan xeta sînor derbas kirin, ji ber pevçûn mezin bûn bi biryara Walîtiyê ji neçarî sînor hatin vekirin.

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ bi sedan welatî hatin gundê Dîkmetaş ê Pirsûsa Riha ya ber sînor. Welatiyên Pirsûs ji ber leşker û polîsan bi sedan welatî li ber sînor rawestandin nerazîbûn nîşandan. Aloziya di navbera Pirsûsiyan û leşker û polîsan de veguherî pevçûnê. Li hember ava şid û bombeyên gazê yên hêzên dewletê gel jî bi keviran bersiv da.

Di wê navberê de jineke 50 salî ya ber bi sînor ve hat pêl mayinê kir û birîndar bû, welatiyan jina birîndar rakirin  Nexweşxaneya Pirsûsê.

Ji ber di navber gel û polîs û leşkeran de pevçûn mezin bûn, walîtiyê biryara vekirina sînoran da. Kesên li ber sînor kom bibûn di bin çavdêriya leşkeran de hatin gundê Dîkmetaş ê Pirsûsê.