Li Kobanê tankek û 2 doçka hatin rûxandin
Li Kobanê tankek û 2 doçka hatin rûxandin
Li Kobanê tankek û 2 doçka hatin rûxandin
Di şer û pevçûnên ku li kantona Kobanê dewam dikin de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beriya nîv saatê tangek û 2 wesayitên doçkayê yên çeteyên DAIŞ`ê rûxandin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA`ê yê li eniya şer a Rojavayê Kobanê ragihandiye, şervanên YPG`ê beriya nîv saatê li nêzî gundê Dugirmanê yê li Rojavayê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ`ê êrîşek pêk anîne û di êrîşê de tangek û 2 wesayîtên doçkayê hatine rûxandin.
Hatin ragihandin ku çeteyên di tangê û wesayîtan de bûn hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku li derdora gundên Dugirman, Boraz û Iwênê yên Rojavayê Kobanê şer û pevçûn bi dijwarî dewam dikin.