Li Kobanê û Tirbespiyê 46 çete hatin kuştin

Li Kobanê û Tirbespiyê 46 çete hatin kuştin

Li gundên Taya Mazlûm û Sofya yên Tirbespiyê û gundê Îlacax ê Kobanê, duh bi şev pevçûnên dijwar qewimîn. Hat ragihandin di encama pevçûnên navbera YPG û çeteyên El Qaîde de 46 çete hatine kuştin. Di şer de 2 şervanên YPG'ê jî jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên YPG’ê şevê din li gundên Taya, Mazluma û Sofya yên girêdayî bajarê Tirbespiyê saet di 21.00’an de li dijî komên çeteyên Dewleta Îslamî/El-Nusra operasyon dan destpêkirin. Di operasyon û pevçûnên ku heta serê sibehê saet 05.30’an dom kir de, 26 çete hatin kuştin. Di pevçûnan de 2 şervanên YPG’ê jî jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku li herêmê niha bêdengiyek heye.

Li Kobanê jî piştî ku komên El-Nusra duh hewl dabûn ku bikevin gundê Boraz, lê gundiyan destûr nedabû û alîkarî ji YPG’ê xwestibûn, hêzên YPG şevê din li derdora gundê Îlacax li dijî êrîşkaran operasyon da destpêkirin. Operasyona ku li derdorên seat 02.00’an de destpêkir, heta saet 08.00’ê serê sibehê dom kir de. Hat ragihandin di operasyona li vê derê de 20 êrîşkar hatine kuştin.

Li Serêkaniyê jî şevê din komên çeteyên ku li Til Xelef bicîh bûne, topên hawanê avêtin gund. Lê kuştî û birîndar çênebûn.

Li gundên Yusufiyê û Girhok yên li herêmê Çilaxa jî şerên dem demî çêbûn.