Li Kobanê yek ji Emîr 14 çete hatin kuştin
Li Kobanê yek ji Emîr 14 çete hatin kuştin
Li Kobanê yek ji Emîr 14 çete hatin kuştin
Li Kobanê di encama çalakiya YPG û Odeya Çalakiyan a Volkan El Firatê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de 3 wesayît û tankek çeteyan hatin rûxandin, yek jê Emîr 14 çete hatin kuştin.
Di navbera şervanên YPG-Odeya Çalakiyan a Volkana El-Firat û çeteyên DAIŞ’ê de duh bi şev şerekî giran qewimî.
Li rojavayê Kobanê Odeya Çalakiyan a Volkana El-Firat, çalakiyek di navbera gundê Xerab Eto û Zormixarê de lidar xist. Di encamê de 3 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin û di encamê de yek jê emîr 14 çete hatin kuştin.
Her wiha şer û pevçûnên giran di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê li gundê Talik, Cib el-ferec, Dugirman û Boraz yên ku li rojavayê herêmê ye derketin. Li gorî agahiyan çeteyên DAIŞ’ê çekên giran bi kar anîn û şer li gundê Talikê hîn didome.
Li aliyê rojhilatê herêmê jî şer û pevçûn li gundê Serzorî, Cirin, Kopirlik, Bîrkêtik, Saronc û Qizelî de derket. Di şerê ku çeteyan tank û çekên giran bikar anîn de, YPG'ê tankeke çeteyan li gundê Bîrkêtikê rûxandin. Di şer de gelek çete ku hejmara wan ne diyare hatin kuştin. Şer û pevçûnên li herêmê hînê dewam dike.
Li aliyê başûrê herêmê jî çeteyan Tilê Şehîd Xabûr û gundê Cadee bi bombayên hawan û tankan bombabarkirin. Hêza hevbeş a girêdayî Volkana Firatê bersiva wan dan û şer û pçevçûnan heta serê sibê dewam kir.