Li Kolnê panêla ji bo Rojava
Li Kolnê panêla ji bo Rojava
Li Kolnê panêla ji bo Rojava
Li bajarê Elmanya Kolnê bi armanca piştevaniya şoreşa Rojava, panêlek hat lidarxistin. Di axaftinên li panêlê de hat destnîşankirin, ku divê dilê tevgera şoreşger li Rojava lê bide.
Li Komeleya Mala Kurdan a li bajarê Elmanya Kolnê, bi beşdariya nûnerên PYD, MLKP, Partiya Marksîst Lenînîst a Elmanyayê (MLPD) û berdevkê ÎCOR'ê Roland Meîster panêlek bi mijara "Şoreşa Rojava" hate lidarxistin.
Nûnerê PYD'ê di axaftina xwe ya li vê derê de bal kişand ser dorpêçandina Rojavayê Kurdistanê û got, "Bi taybetî di mijara xwarin û tenduristiyê de pirsgirêkên cidî tên dijîn. Zarok di rewşeke zehmet de ne." Nûnerê PYD'ê banga alîkarî û piştevaniyê kir.
Nûnerê MLKP'ê jî bal kişand ser serhildanên gel ên li cîhan û Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku divê dilê tevahiya tevgerên komunîst û şoreşger îro l Rojava lê bide. Nûnerê MLKP'ê tûgayên navneteweyî yên di şerê navxweyî yên li Spanyayê de bibîr xist û got, "Di rêya parastina şoreşa Rojava de şehîdbûna hevalê Serkan Tosûn xwedî girîngiyek dîrokî ye. Divê hemû ciwanên komunîst û şoreşger, şoreşa Rojava biparêzin."
Li ser navê ÎCOR Û MLPD'ê Roland Meîster peyivî û diyar kir ku ÎCOR'ê dest bi kampanya "Xwedî li Şoreşa Rojava derkeve" daye destpêkirin. Meîster behsa girîngiya şoreşa Rojavayê KUrdistanê kir û destnîşan kir ku kampanya ÎCOR a ji rêxistinê şoreşger ên ji 40 welatan pêk tê, di çarçoveya alîkariya siyasî û lojîstîk de tê meşandin. Meîster ragihand ku ewê alîkariya di çarçoveya kampanyayê de bên berhevkirin, bi rêya şandeyekê ragihînin Rojavayê Kurdistanê.