Li Kolombiyayê li dijî FARCê operasyonek

Li Kolombiyayê li dijî FARCê operasyonek

Artêşa Kolombiyayê ragihand ku di encama bombebarana li hemberî kampên gerîlayên FARCê pêk hatin de herî kêm 20 jiyana xwe ji dest dan.

Ev operasyona artêşa Kolombiyayê ya li hemberî kampên Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) piştî hevdîtinên aşitiyê yên ku ji meha cotmehê ve dest pê kirine, operasyona herî mezin .

Berdevkê artêşê General Leonardo Barreo daxuyaniyek da AFPê û diyar kir ku 3 kampên gerîlayan ên li eyaleta Narinoyê hatine bombebarankirin.

Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos, gotibû ku ji bo çekdanîna serhildêran ji saleke kêmtir dem maye.

FARCê ji ber hevdîtinên aşitiyê yên li Osloyê dest pê kirin û li paytexta Kuba Hewanayê berdewam dikin, agirbestek yekalî ragihandibû. Hukûmeta Kolombiyayê jî aşkere kiribû ku ew dest ji operasyonên li hemberî gerîlayan bernadin.

FARC ji sala 1964’an û vir ve li Kolombiyayê têkoşîna jiyanek sosyalîst dide meşandihn. Hikûmeta Kolombiyayê bi hevkariya Amerîkayê hima him li dijî FARC-EP’a ku 18 hezar gerîlayên wê yên çekdar hene, operasyonan li dar dixe.