Li Komara Xweser a Adîgeyê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê

Li Komara Xweser a Adîgeyê pîrozbahiya 15'ê Tebaxê

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adîgeyê dijîn, pêngava 15'ê Tebaxê bi heybetî pîroz kirin.

29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, li Komara Xweser a Adîgeyê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi şahiyekê hat pîrozkirin. Bi sedan Kurdistaniyên ji navçe û gundên derdorê, li salona gel a li gundê Sadoveyê şahiyek lidar xistin. 

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên Kurdistanê, li ser navê Organîzasyona Kurd a Agirî ya li Komara Xweser a Adîgeyê Feyzo Huseyîn axaftinek kir. Huseyîn da xuyakirin ku li ser bingeha deskevtiyên pêngava 15'ê Tebaxê gelê Kurd îro li Rojava û Bakur mafên xwe bi dest dixe.

Dûre Seroka Organîzasyona Medya ya Otonomiya Kurd a Krasnadarê Îşxan Ankoşî mafê axaftinê wergirt û got, "Fîşeka yekemîn a di 15'ê Tebaxê de li koletî û paşverûtiyê ket, di heman demê de serî hildana li kesayetî û çanda mêtîngeriyê ya berê ye. Gelê Kurd bi kesayet û civaka di encama vê têkoşînê de bi dest xist, îro nirxên giranbuha biholê, afirandiye."

Piştî axaftinan, hunermendê ji Bakurê Kurdistanê Agrîn Azad, Roj Azad, koma muzîkê ya Mala Kurda, koma govendê ya Kulîlkên Kurdisatnê û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Beşdaran jî li ber stranên wan govend gerandin.