Li komunên Êzidiyan pirsgirêka sereke tenduristî ye
Li komunên Êzidiyan pirsgirêka sereke tenduristî ye
Li komunên Êzidiyan pirsgirêka sereke tenduristî ye
Êzidiyên Şengalên ku ji êrîşên DAIŞ’ê reviyan û hatin Bakurê Kurdistanên li komunan hatin bicihkirin û niha hewl didin li cihên xwe yên nû yên wekê Şirnex, Amed, Mêrdîn, Midyat, Dêrik, Nisêbîn, Qoser, Riha-Wêranşar, Şêrtê jiyana xwe bidomînin û bi hevkariyeke mezin hewldana avakirina pêşeroja xwe dikin.
Komuna li ser rêya Wanê belkî cihê herî bi tevger yê herêmê ye. Roja yekşemê di saetên sibê de nêzî 1500 kes ji ser xeta sînor ya Roboskê ketin li wir hatin bicih kirin û ev cih di roja xwe ya 15 emîn de û ji aliyê ekîba koordînasyonê ve bi awayekî baş tên meşandin.
Di vê pêvajoyê de karekî girîng dikeve ser milê şaredariyên DBP’’ê. Lê roja şemiyê bi otobusên ku şaredariya mezin a Amedê şand re 300 Êzdî li komunên Basmilê hatin bicihkirin û ji ber van veguhestinan jî gel ji nezelaliyê xilas bû.
Roja înê jî 800 kes veguhestin Sêrtê. Şaredariya Sêrtê ji ewlehiyê heta paqijiyê bi ekîba xwere li vî cihî mexdurên şer bicih kir.
Şaredariya Farqînê jî amadekraiya qada komunê dike ku demek nêz de berpirsyariya xwe bîne. Di vê pêvajoyê de nêzîkatiya ku ji hemû şaredariya tê payîn eve. Demildest hewcedarî bi nêzîkatî û feraseteke bi vî rengî heye.
AFADÊ ÇI KIR?
Tirkiye li şûna ji bo vî gelî ku jiyana wan sero bino bû însiyatîfa sivîl bigire, tu tiştek nekir. Dewletê li Sîlopiyê welatî neçar hiştin ku bi pasaportê bikevin welat û her wiha dema li cotek pêlav diyariyê mexdurên şer dikir wêneyên xwe dan kişandin. Rayedarên Walitiyê piştî vê qet nehatin komunan. Serokatiya Rêveberiya Lewşên Lezîn û Afetê ya Tirkiyeyê (AFAD) ji bo 6 hezar kesên li Şirnexê bicih bûn heta îro tenê alîkariya 1200 tabldot û kevçî kir. Li gorî AFAD hewcedariya vî 6 hezar kesî ji bilî kevçiyekî vala bi tiştekî din tune.
Alîkariyên NY’ê tune nayê hesibadin. Hilberînên paqjiyê roja înê li 4 çar kesan paketek hat belavkirin. Lê ev amûr tenê bo hefteyekê bû. Rayedarên NY’ê diyar kirine ku ger ev bi awayekî baş bê belavkirin, belavkirin bi wêne û nivîsan bê belgekirin dê alîkariya xwe ebidomînin.
Li komunan alîkariya pere nayê qebûlkirin. Her wiha kesên dixwazin mewlud û xwarinê belav bikin jî, baweriya Êzdiyan li ber çavan tê girtin û piştgiriyên cuda dixwazin.
Hevalên Koordînasyonê bi daxwaza alîkariyê re eleqeder dibin. Li gorî hewcedariyan tên tedarîkirin. Mînak vê sibehê bi çewlaan pêlav û telik hatin kampê.
Li depoya cil û bergan jî bi dehan cil û berh hene. tê gotin ku ji meha îlonê şûnde alîkariya cil û bergên zivistanê bên kirin.
Bi taybet divê bê diyar kirin ku Êzdî li gorî baweriya xwe cil û pêlavên rengî şîn li xwe nakin. Di vê mijarê de divê xesasiyet bên nîşandan.
EV NE MÊVANDARIYE
Xwediyê Dîcle Tekînîkê ya înşata Riya Wanê, Bedrettîn Dîcle da zanîn ku înşata qada şantiyê daye rawestandin û karker şandine herêmên cuda û got: “Ji bo ew qada şantiyeyê bo Êzdiyan bê amadekirin em bi şaredariyan re ketin nava tevgerê.Niha 30 hezar Êzidiyên hatine van komunan bicih bûne.”
Dîcle ku me li komunî dît, di axaftina xwe de da zanîn ku ev ne mîvandariye, divê qadeke jiyanê bê vekirin. Dîcle da zanîn got ev peywira karksaz û kesên bazirganiyê dikeye û anî ziman ku ev deynê me ye û divê her kes peywira xwe bîne cih.
6 HEZAR ÊZIDÎ NEXŞWEŞIN
Revîrên komunan tije dibin. Bi taybet jî jin û zarok zêde ne. doktor û hemşîreyên dildar çed rojan tên li wir dimînin. Muayene û mudaxale dikin.
Ciwanekî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye birîndarkirin jî tê dermankirin û lê ji ber evqas rê kişandiye niha rewşa wî xerabe. Welatiyên rewşa wan lezgîn jî diçin nexweşxaneyên herêmê û li wir tên dermankirin.
Yek ji nokteyên ku doktor balê dikişînin ser eve ku dê bi hatina payîzê re nexweşî zêde bibin û tê gotin ku niha 6 hezar Êzdî nexşwein.
Li komunan hema hema her kes ji ber rê û sedemên din nexweş ketine û di bin rîskê de ne.
DIVÊ ŞÎR Û MAST BIXWIN
Pirsgirêka wan ya herî mezin xwedîbûne. Hilberînên wan yê sibehê gelek başin. Penîr, mast, hêk , tehîn û nane. Nîvro û êvarê jî meqerna û girar heye û xwarinên bi avî hene.
Heta mehekê dê derbasî konteyniran bibin. Ji bo vê divê bê navber fêkî, şîr û mast bê xwarin. Ya din jî eve ku hewcedarî bi nêzî 30 hezar doktorî heye.
Hewcedarî bi psîkologan heye.
Sibê: Xelefê Mîdyatê, 50 sal şûnde dîsali ser axa xwe ne. Şahiya xwe ya komkujiyê ji ANF’ê re vegot.