Li Kopê 3 dibistan hatin şewitandin
Li Kopê 3 dibistan hatin şewitandin
Li Kopê 3 dibistan hatin şewitandin
Li Kopê, ciwanên qedexekirina perwerdeya zimanê dayikê şermezar kirin, 3 avahiyên dibistanan dan ber agir.
Hejmarek qelebalix a ciwanan li Taxa Yenîmahalle ya navçeya Mûş Kopê li hev kom bû û bi armanca şermezarkirina qedexeya li ser perwerdeya zimanê dayikê, ber bi navenda navçeyê ve meşiyan. Polîsên ku pêşî li ciwanan girtin, bi ava şid û gaza îsotê êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Li dû pevçûna li taxê, ciwan ji cihê bûyerê çûn û avahiya Dibistana Seretayî ya Mehmet Akîf Ersoy dan ber agir. Dûre ciwan derbasî Taxa Şehîtlîkê bûn û li vir jî avahiya Dibistana Seretayî ya Fatîh şewitandin. Herî dawî jî ciwanan li taxa Kulturê avahiya Dibistana Seretayî ya 125. Yil bi molotofan şewitandin û ji cihê bûyerê çûn.
Şewata li avahiyên her sê dibitanan, di encama hewldanên arkujan ên bi saetan dewam kir, hat vemirandin. Her wiha ji bo vemirandina şewata li her sê dibistanan bang li ekîbên arkujiyê yên Şaredariya Milazgirt û şaredariyên bajarokan hat kirin. Vemirandina şewatê çend saetan dewam kir.
Li dû bihîstina şewatê Hevşaredara Kopê Fîgen Yaşar û Alîkarê Hevşaredar Mahfûz Selvî li her sê herêmên dibistan lê hatin şewitandin geriyan û xebatên vemirandina şewatê li cih şopandin. Dibistanên ku piraniya wan şewitîn, ketin rewşeke nema karibe bên bikaranîn. Piştî bûyerê li nuqteyên cuda yên navenda navçeyê polîs hatin bicihkirin.