Li Kopê ji bo 15'ê Tebaxê bang

Li Kopê ji bo 15'ê Tebaxê bang

Rêxistina BDP'ê ya Kopê bi wesîleya salvegera 15'ê Tebaxê dê di 13'ê Tebaxê de şahiyekê li dar bixe û ji bo tevlîbûna şahiyê bang li gel hat kirin ku bi awayekî girseyî tevlî şahiyê bibin.

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Kopê ya Mûşê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ya ku Tevgera Azadiya Kurd wê rojê li navçeya Dihê ya Sêrtê û navçeya Şemzînan a Colemêrgê şerê çekdarî da destpêkirin dê şahiyeke li dar bixe. Di çarçoveya salvegera 15'ê Tebaxê de rêxistina BDP’ê ya Kopê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de endamê Meclîsa BDP'ê Cemîl Elden, Hevserokên BDP'ê yên Kopê Nusret Fîlîz û Mahînur Taş, Şaredarê Kopê Ziya Akkaya û gelek welatî amade bûn. Beriya ku civîna çapemeniyê destpê bike ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê BDP'ê yê Kopê Nusret Fîlîz axivî.

Fîlîz bal kişand ser polîtîkayên pişaftin û înkar û îmhayê ku ji aliyê hêzên emperyal ve tên meşandin û bi bîr xist ku van polîtîkayên qirêj a dagirkeran ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve vala hatine derxistin. Fîlîz destnîşan kir ku di pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk de çi wezîfe ketine ser milê gelê Kurd hemû bi cih anîne, lê belê hikûmeta Tirk li hember van pêkanînên Kurdan tu gaveke berbiçav neavetiye û xwe bêdeng kiriye." Piştî axaftina Fîlîz li ser pêvajoyê hin nîqaş hatin kirin. Di civînê de hat diyarkirin ku dê di 13'ê Tebaxê de bi wesîleya pîrozkirina salvegera 15'ê Tebaxê li Termînala Otobûsan a Kopê şahiyek bê lidarxistin û banga tevlîbûna li Kurdistaniyan hat kirin.