Li Krasnadarê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin

Li Krasnadarê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin

Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Kurdistaniyên li Krasnadarê dijîn dest bi berhevkirina îmzeyan kirin.

Saziyên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê, di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiyar Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Krasnadarê dest bi komkirina îmzeyan kirin.

Dezgeha berhevkirina îmzeyan, li Stavropol hat danîn û li gel berhevkirina îmzeyan, pirtûkên parêznameyên Ocalan û rojnameya "Kurdistana Azad" a bi zimanên Kurdî û Rûsî belav kirin. 

Kampanya ku ji aliyê Însiyatîfa Rêxistinên Kurd ên li Federasyona Rûsyayê tê meşandin, li pêwendiyeke mezin rast tê.

Tê payîn, kampanya berhevkirina îmzeyan li hemû bajaran dewam bê meşandin.