Li Krasnadarê ji bo Ocalan îmza hatin komkirin
Li Krasnadarê ji bo Ocalan îmza hatin komkirin
Li Krasnadarê ji bo Ocalan îmza hatin komkirin
Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd de, li bajarê Rûsya Krasnadarê îmze hatin berhevkirin.
Di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî de, saziyên Kurd ên li bajarê Rûsyayê Krasnadarê, dest bi berhevkirina îmzeyan kirin.
Bi vê armancê, Kurdistaniyan bênavber hefteyekê li meydana Stavropolê dezgeha berhevkirina îmzeyan danîn.
Dezgeha berhevkirina îmzeyan li pêwendiyeke mezin a şêniyên bajêr rast hat û Kurdistaniyan her roj bê navber îmze kom kirin.
Ji bilî îmzeyan her weha pirtûka parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û belavokê li jiyana Ocalan vedibêjin hatin belavkirin.