Li Kurdistanê BDP, li Tirkiyeyê HDP dikevin hilbijartinan

Li Kurdistanê BDP, li Tirkiyeyê HDP dikevin hilbijartinan

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) stratejiya hilbijartinên herêmî ya 2014'an di meha Adarê de pêk bên, aşkera kir. Li gorî vê yekê dê li Tirkiyeyê HDP û li bajarên Bakurê Kurdistanê BDP bikeve hilbijartinan.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) der barê stratejiya hilbijartinên herêmî ya 2014'an û feraseta rêveberiyên herêmî li Salona Civînê ya Cezayîr Restorantê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de stratejiya hilbijartinê hat aşkerakirin, endamên lijneya rêveberiya HDK'ê, hevserokên HDP'ê, parlamenter tevli daxuyaniyê bûn. Li salonê pankarta ku li ser logoya HDP û BDP'ê hatiye bi cih kirin û nivîsa 'Em ê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin' hatibû nivîsîn, hat daliqandin.

Endama lijneya rêveberiya HDK'ê Betul Çobanoglu daxuyanî da û diyar kir ku dê li hemû deverên herêmî yên Tirkiyeyê bikevin hilbijartinê. Çobanoglu anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê BDP, li rojavayê Tirkiyeyê HDP dikevin hilbijartinan.