Li Kurdistanê di salekê de 21 hezar û 107 maf hatin binpêkirin

Li Kurdistanê di salekê de 21 hezar û 107 maf hatin binpêkirin

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora binpêkirina mafan ya herêmê ya salekê aşkere kir. Li gorî raporê di sala 2012'an de 21 hezar û 107 maf hatine binpêkirin. Li gorî raporê di sala 2012'an de 284 gêrîlayê PKK'ê, 237 leşker û polîsan di şer de jiyana xwe ji dest dane. 4 hezar û 418 kes hatin binçavkirin.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê rapora 2012'an ya binpêkirina mafan ya Kurdistanê aşkere kir. ÎHD'ê rapor li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Di civînê de endamên MYK'ê, Nûnerê herêmê Şevket Akdemir, Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, Sekreterê Şaxê Abdusselam Înceoren rêveberên şaxê Emîn Ermin û Prz. Pinar Dalkuş amade bûn. Beriya raporê Serokê Şaxa ÎHD'e Racî Bîlîcî diyar kir ku, di rewşa ku pirsgireka Kurd tê nîqaşkirin de gavên ku rê li pêş aştî û çareseriyê veke nayên avêtin.

Bîlîcî anî ziman ku, dîmenên berê dubare dibin û wiha got: "Sala borî bû sala windayan. Lê îsal jî di demaku niqaşên hevdîtinê tên kirin dîsa gavên neyînî tên avêtin. Dîsa xwîn, hêsir, êş û binpêkirina mafan ji ser vê axê kêm nebû. Dîsa di sala 2012'an de ji ber operasyon zêde bûn kuştin zêde bûn. Operasyon li ser operasyonê çêbûn. Ji ber şerê sala 2012'an kuştin û birîndar duqat zêde bûn. Em bi şîna komkujiya Roboskiyê ya 34 welatiyên sivîl hatin qetilkirin ketin sala 2012'an. Dîsa zarok û welatî bi mayînan hatin qetilkirin. Ji xeynî kuştinan gelek mafên din jî hatin binpêkirin. Îşkence û neheqî derket asta jor. Tecrîda li ser Birêz Ocalan salek sax berdewam kir. Li girtîgehan tecrîd, îzolasyon, sirgûn îşkence û gelek mafên din hatin binpêkirin.

Girtiyên siyasî ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê şermezar bikin 68 rojan çalakiya gireva birçîbûnê pêk anîn. Girtiyan piştî 68 rojan liser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiyê anîn û di virde rola Ocalan a li ser PKK'ê û civakê derket holê.”

DI SALEKÊ DE 21 HEZAR Û 107 ÎHLAL PÊK HATIN

Piştî Bîlîcî Nûnerê Herêmê yê ÎHD'e Şevket Akdemir, rapor xwend û helwesta Parlamentera CHP'ê ya Îzmîrê Bîrgul Ayman Guler şermezar kir. Akdemîr anî ziman ku, li gorî raporê di şer û pevçûnan de 237 polîs û leşker hatin kuştin û 459 leşker û polîs jî birîndar bûn. Akdemîr da zanîn ku, 284 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan 11 gêrîlayên HPG'ê jî birîndar bûn. Akdemîr diyar kir ku, 4 hezar û 418 kes hatin binçavkirin û li dijî cenazeyên HPG'ê 31 binpêkirinên mafan pêk hatin.

Li gorî raporê hinek binpêkirinên mafan wiha ne:

* cînayetên kiryarên wan nediyar, înfazên bêdaraz û mirinên sivîlan yên di pevçûnan de: 56 mirî, 228 birîndar

* Mirinên bi gûman 23

* Kuştinên qeza: 31 kuştî û 3 birîndar

* Întîhara leşker û polîsan 11, 5 teşebus

* Kuştina jinan: 41 întîhar 8 teşebus

* Kuştina mêran: 45 întîhar, 22 teşebus

* Kuştina zarokan: 20 întîhar 4 teşebus

* Binçavkirin: 4.418

* Girtin: 1.475

* Binçavkirinên HPG’ê: 130

* Îşkence û neheqî: 876

* Mudaxeleya daxuyaniyan: 213 mudaxele, 315 birîndar.

* Kesên rastî lêpirsîn û cezayan hatin: 1.971

* Kes û rêxistinên rastî êrîşan hatin: 127

* Partî komele û sendîkayên hatin girtin: 12

* Qedexeya mafê zimanê zikmakî: 447

* Binpêkirina mafan a li girtîgehan: 3.263

* Binpêkirina civakî û aborî: 395

* Valakirin û şewitandina gundan: 12

* Şewitandina daristan û zeviyan: 33

* Qedexeya zevî, mêrg û zozanan: 89

* Di operasyonên lekerî de binpêkirina mafan: 47

* Îdîayên gorên komî: 13 Gorên komî 80 kes

* Gorên komî yên derketin holê: 4 gor: 37 kes

* Binpêkirinên din: 5.631

Hemû binpêkirinên mafan: 21.107