Li Kurdistanê dibistan vala ne

Li Kurdistanê dibistan vala ne

Di roja destpêkê ya sala perwerde û hîndekariyê ya 2014-2015'an de, dibistanên dewletê vala man. Zarokên Kurd ên perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin, wê tevahiya hefteyê dibistanan boykot bikin.

Boykota hefteyekê ya dibistanên dewletê, bi pêşengiya Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK'ê, TZP-Kurdî, KURDÎ DER, Mala Piştgiriyê ya Zimanê Kurdî (MAPER), Egîtîm Sen, ÎHD, KESK, KCD, DBP û HDP'ê, îro destpê kir.

Di serî de Amed, Colemêrg, Şirnex, Wan û Mêrdînê li gelek bajarên Kurdistanê dibistan vala man.

Li navçeyên Amed Yenîşehîr û Baglarê, zarok li şûna dibistanan çûn parkên lîstikê.

LI GEVER Û ŞEMZÎNANÊ BEŞDARIYA JI SEDÎ SED A LI BOYKOTÊ

Mîna her salê îsal jî beşdariya herî bilind a li boykotê li navçeyên Colemêrg Gever û Şemzînanê hat kirin. Li Geverê hema bêje hemû dibistan hatin boykotkirin. Di serî de dibistanên YÎBO, lîse, dibistanên seretayî û dersxaneyan xwendekar neçûn dibistanan. Hema hema temamiya 163 dibistanên li navçe, bajarok û gundan hatin boykotkirin, li dibistanan bi tenê rêveberên, mamosteyên dibistanan û zarokên polîs û leşkeran hebûn.

Li Colemêrg, balkêş e ku li dibistanên zêdeyî hezar xwendekarên wan hene, bi tenê çend xwendekar dihatin dîtin. Merasîma fermî ya vekirina sala nû ya perwerde û hîndekariyê ya li Dibistana Seretayî û Navîn a Ş. Selahattîn, bi beşdariya hejmareke kêm a xwendekaran pêk hat. Hat îdîakirin ku hin rêveberên dibistanan ji malbatan geriyane û ji wan re gotine "zarokên xwe tevlî merasîmê bikin, bes e."

Li Nisêbînê jî boykot di asta lîseyê de xwedî bandor bû. Li Lîsteya Ataturk a Nisêbînê ti xwendekar nehat dîtin, li dibistanên seretayî û navîn ên Bulent Pekdemîr, Fatîh, Ogûshan, Gazî Paşa, Edîp Mûngan, Yildirim xwendekar bi tenê ji bo wergirtina pirtûkên xwe çûn dibistanê. Li Mûş û navçeyên wê, li navçeya Riha Pirsûsê jî xwendekar tevlî boykotê bûn.