Li Kurdistanê ji bo Rojava seferberiya alîkariyê
Li Kurdistanê ji bo Rojava seferberiya alîkariyê
Li Kurdistanê ji bo Rojava seferberiya alîkariyê
Koordînasyona Piştgiriya bi Gelê Rojava re diyar kir ku, hemû rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û şaredarên Amedê piştgiriyê didin kampayaya alîkariya Rojava û li 18 bajaran xebatên alîkariyê dan destpêkirin.
Koordînasyona Piştgiriya bi Gelê Rojava re, têkildarî alîkariyên ji bo Rojava bi tevlîbûna gelek sazî, partî û şaredariyan pêk tê li avahiya KCD'ê civîna çapemeniyê li dar xist. ÎHD, KESK, TTB, Tum Bel-Sen, ESP,DOKH, OSP û gelek nûnerên saziyên din tevlî civînê bûn. Alîkara Şaredara Rezan Sema Koç di civînê de axivî û diyar kir ku, rewşa Rojava her diçe xirab dibe û gumana xwe ya hêzên navneteweyî li hemberî vê yekê bêdeng dibîminin anî ziman.
Koç anî ziman ku, înşaya siyasî ya gelê Rojava mafekî demokratîk û mirovaneye û wiha got: "Li Kurdistana Rojava Suryanî, Kurd û Ereb û gelek gelên din dijîn û alîgirên şerê li Sûriyeyê pêk tên nînin. Ji bo ambargoya li ser gelên Rojava yên daxwaza aştiyê dikin gelek rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û sazî û dezgehên din xebatên dîplomatîk dan meşandin û bi awayekî temsîlî jî be alîkarî gihiştin Rojava. Lê divê ev alîkarî berdewam bike. Ji ber vê yekê li ser banga KCD'ê ji bo alîkariyên ji bo Rojava tên kirin mayînde bimînin û me Koordînasyona Piştgevaniya bi Gelê Rojava re ya di nav de nûnerên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, rêveberên herêmî avakir."
'EV ALÎKARÎ BERPIRSYARIYA DÎROKÎ Û MIROVANE YE '
Koç da zanîn ku, ji bo ev kampaya berdewam û mayînde bimîne ev yek berpirsyarekî dîrokî ye. Koç bilêv kir ku, ev berpirsyarî dîrokî û mirovane ye. Koç bang li hemû raya giştî ya bihestiyar kir û wiha axivî: "Ji bo alîkariyan divê gelê me seferber bibe. Ji ber vê yekê cihên koordînasyona me diyar kirin alîkariyên serek yên weke ar, şekir, rûn, meqerne, mamaya zarokan û bezên zarokên li Qada Jiyanê ya Hevpar a Sumerparqê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, Midûriyeta Zabiteya Şaredariya Rezan, Şantiyeya Şaredariya Peyasê, Şaredariya Yenîşehîrê, Şantiyeya Deriyê Mêrdînê ya Şaredariya Surê bê komkirin. Alîkariyên li van navendan tên komkirin dê bi riya Şaredariya Nisêbînê bigihijin gelê Rojava." Alîkarî dê li 18 bajaran jî bên komkirin.