Li Kurdistanê ji bo rojbûna Ocalan şitil tên çandin

Li Kurdistanê ji bo rojbûna Ocalan şitil tên çandin

Li navçeyên Hezex, Cizîr û Sîlopiyê yên Şirnexê ji aliyê DOKH'êve ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin çandin. Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê û Qersê jî ji bo Meşa Amarayê banga tevlîbûnê hate kirin.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Parka Berîvan ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin çandin. Rêveberên BDP'ê, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê û bi sedan kes tevlî çandina şitilan bûn. Şitil di bin slogana "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" hatin çandin û slogana "Bijî Serok Apo" hate qêrîn. Dê sibê saet di 22.00'an de ji Cizîrê welatî ber bi Amarayê ve derbikevin rê.

SÎLOPÎ

Li navçeya Sîlopiyê ji bi heman armancê li taxa Barbaros ji aliyê DOKH'ê ve şitil hatin çandin. Rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER û gelek kesên din tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de wêneyên Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û bi erbaneyan stranên herêma Botan hatin gotin û jinan sloganên "Ey Serok rojbûna te pîroz be", "Bijî Serok Apo" û "Ocalan" qêriyan. Endama Meclîsa Şaredariya Sîlopiyê Leyla Toka daxuyanî xwend û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de ji gelê kurd re û hemû gelên cihanê re jiyanekî nû pêşkêş kir û wiha got: "Birêz Ocalan ji gelê kurd re ji nû ve veşîn pêk anî. Roja rojbûna wî 4'ê nîsanê rojbûna hemû gelê kurd e. Em ji bo vê rojê şitilan diçînin."

HEZEX

Li navçeya Hezexê jî bi heman armancê li parqa Aştiyê 64 şitil bi tevlîbûna rêveberên BDP'ê, aktîvîstên DOKH'ê, û gelek kesan hatin çandin. Li ser navê DOKH'ê Dayîka Aştiyê Nebîha Akay, axivî û wiha got: "Ez hêvî dikim ku şitilên em li vir diçînin dê ji aştiyê re bibe vesîle. Hinî em saxbin em dê xwedî li serokê xwe û têkoşîna xwe derbikevin. Ez bang li hemû kesî dikim ku tevlî meşa Amarayê." Di şahiyê de slogana "Rojbûna te pîroz bê ey Serok Apo" qêriyan kirin.

RIHA

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi heman mabestê belavok belav kirin. Endamên Meclîsa BDP'ê Alî Urkut û Rahşan Engîn, Şaredarê Serêkaniyê Îsmaîl Arslan, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tevlî belavkirina belavokan. Parlementerên BDP'ê Ozdal Uçer, Husamettîn Zenderlîoglu, Îbrahîm Bînîcî û Nursel Aydogan jî li Rihayê belavok belavkirin.

QERS

Rêxistina BDP'ê ya Qersê jî bi heman armancê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Qersê Nuriye Erkmen, Şerafettîn Îldîrîm, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Têgorê Fuat Alinak û gelek kesên din tevlî bûn. Di civînê de derbarê xebatên hatin kirin de agahî dan û xebat berdewam dikin.

Ji Qersê dê di 2'yê nîsanê saet di 16.00'an de wesayît ji ber avahiyên BDP'ê bi rê bikevin.