Li Kurdistanê zarokatî
Li Kurdistanê zarokatî
Li Kurdistanê zarokatî
Mexdûrê herî mezin ê şerê dewletên dixwazin bibin serdestê Kurdistanê, dîsa zarok in. Zarokên Kurd berevajî hemsaliyên xwe ti carî zarokatiya xwe mîna zarokan nejiyane. Ya qîrîna bavên xwe yên rastî êrîşa zilamên zimanê wan nizanin dibihîzin, ya bi çavên bi tirs li cesedên kek û xwişkên xwe yên ji çiyê tên dinêrin yan jî herçend fêm nekin jî li ser êşa dayikên xwe yên rondikên çavên wan her dibarin, digirîn. Ne dikarin bibin mezinek ne jî dikarin mîna zarokan bin. Ji ber ku ti cihê lê bileyzin nemaye.
Li bajarokê Sideka yê Başûrê Kurdistanê, gundiyên derdikevin zozanên Xinêre her roj li rûyê sar mîna cemedê yê mirinê rast tên. Herêma ku Saddam Huseyîn ji bo wê gotibû, "Ez biçim jî dê li Kurdistanê bi milyonan leşkerên min bimîne." Ji ber ku girên van zozanan bi mayinên Saddam Huseyîn ê di dema şerê li dijî gelê Başûr çandibû, tijî ye. Yên ku pêl van mayinên ku jê re Manîvele jî tê gotin, bike, parçeyê laşê wan ê herî mezin bi qasî kefa destê wan dimîne. Li hin cihan mayinên ku jê re "mehnîdan" jî tê gotin hatine çandin ku yê pêl van bike, lingê wan parçe parçe dibe. Serê hemû çiyan, qada qedexeyî ye. Carna, hin şivanên diçin çêrandina pezê xwe, pêl mayinên ji ber baranê derketine rûyê erdê û dikin û jiyana xwe ji dest didin yan jî lingê wan jê dibin. Li ser gelek girî, hestiyê heywanên ji pez cihê bûye û pêl mayinan kiriye, heye. Li van hemûyan jî, alavên leşkerî yên dewletên Tirkiye û Îranê jî lê zêde dibe. Ji aliyekî ve topên hewanê, kazan û fuzeyên artêşa Tirk, ji aliyê din ve jî obus û kaytûşên artêşa Îranê. Li navenda van hemûyan zarokên jiyana wan jê hatiye dizîn.
Gundiyên ji bo çêrandina heywanên xwe tên zozanan, her roj rastî xeteriya mirinê tên. Li gel mayinên Saddam, li zozanan gelek muhîmmatên leşkerî yên artêşên Tirk û Îranê yên nehatine teqandin hene. Ji xwe dema diteqe, zerara derdikeve holê bi gotinan nayê bilêvkirin. Ev bombeyên mijara gotinê bi demê re yan jî di encama mercên xwezayê de diteqin yan jî di destê zarokên ku dibêjin qey pêlîstok in, di teqin.
Li vê herêmê, zarok di "lîstika malok"ê de malên xwe ji qalikên vala yên fîşekan lê dikin, deriyên malên xwe jî ji parçeyên mayinan çê dikin. Bi HV yên ji nava hawanê neteqiyayî, kêfa xwe tînin. Bêyî ku bizanibin ku ev hawan dê canê wan ji wan bistîne.Tevî ku mirin bûye parçeyeke ji jiyana wan, dibe ku mirinê weke lîstikekê dibînin.
Bi taybetî ji ber êrîşa dewleta Îranê ya sala 2011'an û êrîşa artêşa Tirk a sala 2012'an, herêm veguheriye zeviyê mayinê. Gundiyên ku yekane rêya debarê xwedîkirina heywanan e, neçarin derkevin zozanan. Tevî her tiştî...
Di destê zarokên di wêne de xuya dike HV ye. Pêlîstokên yekane yên di nava şer de ji wan re hatiey hiştin, çek in. Pêlîstoka herî mezin a zarokên tên Zoman, ev teqemenî ye. Li vê herêmê, kengî zarok hatin dinyayê neçarin pîvanên leşkerî hîn bibin. Gelek zarok dizanin ku dema biçe zozanên li pêşberî Paygahên (Qereqolên Îranê) divê xwe nedin xuyakirin. Ji ber ku neçarin di temenê biçûk de berpirsyariya malbatê bigire ser milê xwe, van pîvanan bi jiyana xwe ya rojane hîn dibin. Êdî ji dengê hawanan an jî dengê balafiran natirsin, ew balafirên keşfê yên mirovan aciz dikin, ne xema wan e. Ji ber ku şer bûye rewşeke asayî ya jiyanê li vê derê.