Li Lampedusayê keştiya penaberan bin av bû

Li Lampedusayê keştiya penaberan bin av bû

Hêjan rojek li ser drama penaberan ya Îzmîrê derbaz nebû, vêcarê li girava Lampedusa ya Îtalyayê keştiyekî penaberan bin av bû. Bi mudaxeleya ewlekariyên peravan, polîsên malî, helîkopter û keştiyên NATO’yê 54 penaber hatin rizgarkirin, li windahiyan digerin.

Keştiya masiyan ya qasî 10 metreyan bilind li 12 mîl dûrî Girava Lampedusa ya Îtalyayê ku nêzî peravên Efrîqa Başûre bin av bû. Di demjimêrên 02.30’an de penaberên destpêkê ketine avê hatin tespît kirin. hinekan jî bimelevaniyan xwe gihandin girava biçûk Lampionê.

Yekem hişyarî şeva Pêncşemê, dema ku penaberekê bi telefona peykê lêgerîn kir hat. Li ser vê yekê botên ewlekariya peravê, polîsên malî, helîkopter û sê keştiyên aydê NATO’yê mudaxelekirin. Ji bo operasyona rizgarkirinê koordîneya ku ji aliyê Îtalyayê ve dihat kirin, ji keştiyên taybet û melevanan alîkarî hate xwestin.

Li gorî ajansa nûçeyan ya Îtalyayê ANSA’yê 54 penaber hatin rizgarkirin. Hêjmara kesên winda jî nayê zanîn, lê belê tê texmîn kirin ku, bi dehan penaber windane. Penaberên jiyan dikin ragihandin ku, ji 100’an zêdetir di keştiyê de bûn û hemû yên Tinûsêne. Xebatên rizgarkirinê didomin.

Di sibeha roja Pêncşemê de li Îzmîrê penaberên ku piraniya wan Kurd û Filistînî ji bo ji Baradan Koyû ya Ahmetbeyliyê biçin Ewropayê keştiya wan bin av bû. Di encam de 28 jê zarok, 3 bebek, 18 jin bi giştî 61 kes xeniqîn û mirin. Du jê kaptanê keştiyê û alîkarê wan bigiştî 46 kes jî hatin rizgarkirin.