Li Laponyayê tedbîqata şerê êrîşkar

Li Laponyayê tedbîqata şerê êrîşkar

Li Bakûrê Îskandînavyayê li bajarê Laponya ku gelê Samî lê dijî careke din tedbîqata dagirkeriya emperyalîst heye. Balafirên şer yên DYA, Îngîlîstan, Swêd, Danîmarka, Fînlandiya û Swîsreyê di navbera 27’ê tebax û 7’ê îlonê de dê tedbîqateke leşkerî ya bi navê ‘ Nordîc caîr Meet Noam’ pêk bînin.

65 balafirên şer tevlî tedbîqata mezin ya duyemîn a Ewropayê dibin. Di heman demê de herî zêde 54 balafirên şer bi hev re difirin. Balafir di dema tedbîqatê de dê li Swêdê li Lulea û Vîdsel, li Fînlandiyayê jî dê baragehên leşkerî yên Rovanîemî û Hallî bikarbîne. Almanya jî bi pergalên parastina hewayî di tedbîqatê de cih digire.

Bi tedbîqata hevpar ya bi navê Noam pîlo balafirên cuda yên welatên din bikartîne û tê destnîşankirin ku dê pîlot li fîloyên ku tê de cih digirin taktîkên nû û proseduran biceribînin. Ji bo balafiran dê li hewa ceribandina îkmala sotemeniyê bê kirin.

Ligel ku dibêje ew polîtîkayeke bê alî dişopînin jî balafirên şer yên Jas Grîpen li dijî dargirkeriya Natoyê ya Lîbyayê re ji bi birînên tedbîqata Dennîs Gyllensporre ya Swêdê vebêje li dijî gotinên vegotiye nîşan dide ku hêzên emperyal amadekariya dagirkeriyeke nû dikin.

SAMÎ NERAZÎ NE

Gelê Samî yên ku li Laponya dijîn ev du salên dawî ye li hemberî tedbîqata leşkerî ya liser axa wan bi bertekin. Diyar dikin ku dema balefir derbas dibin xezalên ren ditirsin û bi vî awayî xezal direvin çiyayan, li wir jî telef dibin. Ingemar Blînd ku debara xwe bi xwedîkirina xezalan dike, xwest bila balafir ne li herêma wan li bila li Stockholê bifirin.

Rayedarên artêşê jî diyar dikin ku bi saya tedbîqatê dê bazirganî zindî bibe û otel û restoran dije bibin. Federasyona Samiyan jî diyar kir ku ev tatbîkan ne ku fêdeyê bide wan zirarê dide wan.Federasyonê got bila tedbîqat li herêma wan çênebe.