Li Libnanê pevçûna Elewî-Suniyan: 23 birîndar

Li Libnanê pevçûna Elewî-Suniyan: 23 birîndar

Di encama pevçûnên di navbera taxên Sûnî û Elewiyan ên li bajarê Trablûşama Libnanê qewimîn de herî kêm 23 kes birîndar bûn.

Li bajarê Trablûşam, di navbera şêniyên taxa Bab el Tebane yên dijberên rejîm Beşar Esad û Elewiyên li taxa Cabal Muhsen de pevçûnek qewimî. Pevçûna roja duşemê dest pê kir, heta îro serê sibê berdewam kir.

Li gorî agahiyên rayedarên ewlekariyê dane, di encama pevçûnê de gelek kes birîndar bûn û gelek xanî ji her du aliyan hatin şewitandin.

Artêşa Libnanê bi hêzên çekdar ve ket navbera her du taxan û îro ji kolana di navbera her du taxan de ya weke “Kolana Sûriyeyê” tê binavkirin derketin.