Li Libnanê pevçûna Sunî-Elewiyan: 7 mirî, 70 birîndar

Li Libnanê pevçûna Sunî-Elewiyan: 7 mirî, 70 birîndar

Di encama pevçûnên li Libnanê di navbera civakên Sunî û Elewiyan de qewimîn 7 kes mirin û zêdetirê 70 kes jî birîndar bûn.

Libnan bûye neynika şerê li Sûriyeyê. Vê carê jî pevçûn li bajarê Trablusê qewimîn û di encamêde 7 kes jiyana xwe ji dest dan zêdetirê 70 kes jî birîndar bûn. Ji kesên hatin kuştin du Elewî û 5 ên din jî Sûnî ne.

Pevçûn di navbera taxa Bab El Tabbane ya Suniyan û Cabal Muhsîna Elewiyan de diqewimin. Duh bi heta derengiya şevê pevçûn berdewam kirin. Tevî çekan bombe jî di pevçûnan de hatin karanîn.

Artêşa Libnanê bi sedan leşker şand herêmê, lê nekarîn pevçûnan rawestînin. Leşker di saetên şevê de di navbera gulebarana her du aliyan de ma û neçar ma ku vebikişe. Hat ragihandin ku di pevçûnan de herî kêm 9 leşkerê jî birîndar bûne.

Ji ber pevçûnan, Serokwezîrê Sunî yê Libnanê Necîb Mîkatî bang li aliyan kirin û got ‘dawî li vî şerê beredayî’ bînin .