Di encama pevçûnên li bajarê Libnan Trablûsşam a di navbera alîgir û dijberên rejîma Sûriyeyê de qewimî de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Pevçûn duh, di demjimêrên êvarê de li semta Suniyan a bi navê Bab El Tabbane dest pê kirin û pekiya semta Cebel Muhsin a ku alîgirên Esad lê dijîn. Polîsan ragihand ku di pevçûna îro jî berdewam kir de çekên giran hatine karanîn.
Di pevçûnan de jinek tevî kurê, bi giştî 8 kes mirin û herî kêm 21 kes jî birîndar bûn. Artêşê ji derveyê bajêr leşker û polîs anîn.