Li Lîbyayê ku bi piştgiriya NATO’yê serokdewlet Muamer Qeddafî ji desthilatdariyê hate xistin û kuştin, ji bo hilbijartinê deng dayînê dest pê kir. Dê di hilbijartinan de hikûmet û serokwezîreke demkî bê avakirin.
Piştî ketina desthilatdariya Qeddafî ku di navbera herêman de gengeşiyên hene, hilbijartin pêk tê. Piraniya gelê rojhilat ya welat, difikirin ku herêmên dewlemend yên petrolê dê di meclisê de baştir temsliyetê pêk neyê. Di dema Qeddafî de rojhilat bi bandor bû û 200 kursiyên wan hebû. Lê niha dê 60 kesî bê temsîlkirin. Li herêm başûr 40, li rojava 100 kursî hatine veqetandin.
Di hilbijartinan de 2.9 mîlyon kes dê dengan bikarbîne. Di hilbijartinan 3 hezar û 700 endam hene. Lê bendê ye ku Partiya Geşedan û Edaletê (AKP) hilbijartinê qezenc bike.
Serê sibê saet di 08.00’an de deng dayînê dest pê kir û dê saet di 20.00’an bi dawî be. Encamên hilbijartinê jî dê di çend rojan de diyar bibin.
Li aliyê din aliyê Qeddafî li dijî hilbijartinan bû êrîş pêk anîn. Li Bengaziyê bi helîkopterê êrîş pêk hat û kesek mir. Li Brega, Ras Lanuf û Sîdra 5 rafîneyên petrolê hatin girtin. Hate hînbûn ku li Bengazî êrêşî buroyên hilbijartinê kirine.