Li Lîcê gel nobetê li goristanên gerîlayan digrin
Li Lîcê gel nobetê li goristanên gerîlayan digrin
Li Lîcê gel nobetê li goristanên gerîlayan digrin
Li gundên Sîsê û Çemê Elik yên girêdayî navçeya Lice ya Amed’ê ne, gel li himberî êrîşên liser goristanên gerîlayan, li goristanên gerîlayan yên li nêzî gundên wanin dest bi girtina nobetê kirin.
Liser bihîstina ku di van demên dawîde hinek kesên nasnameya wan nediyar li derdora Licê,Pêşê Kevêr,Apê Musa û deşta Fîsê digerin û car car jî kemînan datînin, gelê herêmê liser vê yekê ji bo kû îhtimala wê buyerên sabotajê werin lidarxistin, liser goristanên gerîlayan dest bi girtina nobetê kirin.
Gelê gundên Sîsê û Çemê Elik diyar kirin ku ewê 24 saetan li goristanên ku nêzî gundên wanin nobetê bigrin. Herwiha gundiyan diyar kirin ku ji bo parastina goristanên gerîlayan bê xwestin ewê canê xwe jî diberde bidin û heya dawî biparêzin.
Herwiha komê di derbarê kesên bi guman yên mijara gotinêne de jî, bang li gelê herêmê kirin ku li himberî buyerên sabotajê şiyar bin. Herwiha buyerên ku çêbibin jî ew kes jê berpirsin.