Li Licê gel û gerîla bi hev re Newroz pîroz kirin
Li Licê gel û gerîla bi hev re Newroz pîroz kirin
Li Licê gel û gerîla bi hev re Newroz pîroz kirin
Şevê din li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê Newroz ji aliyê hezaran kesan ve hat pîrozkirin. Li navçeya Licê ya Amedê jî Newroz li gundê Pêşê Kevir û Zengê ji aliyê hezaran ve hat pîrozkirin.
Li gundê Pêşê Kevir û gundê Zengê jî bi hezaran welatiyan Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Di pîrozbahiyê de rêveberên BDP'ê, Şaredar û endamên meclisa şaredariyê û rêveberên BDP'ê, nûnerên MEYA-DER, bavê Fermandarê HPG'ê yê Amedê Ertem Karabulut (Numan Amed) welatiyên Bismil, Karaz, Hezo û Amedê jî hatin bi tevlêbûna hezaran Newroz hat pîrozkirin.
Li qada pîrozbahiyê postçerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan, Fermandarê HPG'ê yê herêma Amedê Ertem Karabulut (Numan Amed), alên HPG, PKK û KCK'ê jî di navde gelek, poster, wêne û al hatin bilindkirin. Pîrozbahiyê bi pêxistina agir dest pê kir. Girseyê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Şehît namirin", "PKK gel e, gel li vir e" qêriyanr. Girseyê li dora agirê Newrozê heta derengê şevê agir gerand. Li çiyayê bilind jî bi agir nivîsa"APO", "PKK", "HPG" û "PJAK" nivîsand.
Li qada Newrozê bi sedan fîşekên hewayî hatin teqandin. Li gundên derdorê jî li dehan cihan Agirê Newrozê hat pêxistin. Girseyê heta derengê şevê bi fîşekên hewayî şev roni kir. Serokê BDP'a Liceyê Harun Erkuş, gel silav kir û Newroza gel pîroz kir. Di pîrozbahiyê de 3 gerîlayên HPG'ê hat qatê û girseyê bi coşek mezin gerîlayan pêşwazî kir.
Yek ji gerîlayên HPG'ê, ku ruyê xwe rûpoş kir axivî û wiha got: "Em Newroza gelê xwe pîroz dikin. Piştî tevgera me dest pê kir û şûnde artêşa tirk windaniyên mezin dan. Hevalên me li gelek qadan serwerî xistin destê xwe. Piştî berxwedana me bi Rêberê me re muzakere dan destpêkirin. Li herêma amedê di navde hevalê me Fermandarê Amedê Numan Amed jî di navde 10 hevalên me şehît ketin. Em vê Newrozê diyarî hevalê me Şehit Numan dikin. Em Newroza hemû gelê me pîroz dikin û serkftinê dixwazin". Li çiya jî gule hatin teqandin û agirê Newrozê hat pêxistin.
Şevê din li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê jî Newroz bi şîara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statu" bi tevlêbûna hezaran welatî hat pîrozkirin. Welatiyên ku piştî nîvro li qada Gundikê melê kom bûn, bi cil û bergên xwe yên rengîn dîmenên rengîn ava kirin. Di pîrozbahiyê de endam û rêveberên BDP'ê şaredarên BDP'î, kom bûn û bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" û "Ocalan"qêriyan. Girseyê di pîrozbahiyê de alên PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakir.
Di pîrozbahiyê de zarokên biçûk derketin ser dikê û stran gotin. Piştre Kom Gel û Hozan Hamit Diyana derket ser dikê û stran got. Pîrozbahiyê heta derengê şevê bedewam kir. Piştî pîrozbahiyê ciwanan fîşekên hewayî avêtin û meşa meşaleyî pêk anîn. Ciwanan li çiyayê bilind ji Agirê Newrozê gşe kir. Dema li lûtkeyê Çiyayê Cûdî agirê Newrozê hilbû coşa gel derket asta herî jor.