Li Licê ji bo 3 gerîlayan serxweşî

Li Licê ji bo 3 gerîlayan serxweşî

Ji bo gerîlayên PKK'ê Erol Aydin (Şoreş), Mesût Denîz (Vedat Serhildan) û Hemîd Çelîbaş (Hemza) yê di salên 1993 û 1997'an de li gundê Sisê yê navçeya Amed Licê di şer de jiyana xwe ji dest dan, sersaxî hat danîn. 

Serxweşiya li Mala Şînê ya Pasûriyan, bi beşdariya sedan kesî pêk hat. Li malên serxweşiyê wêneyên gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin daliqandin.

Dayika gerîlayê PKK'ê Mesût Denîz Emîne Denîz li vir peyivî û ev bang li dayikên Tirk kir, "Gerîla jî leşker jî zarokên me ne. Werin em dest bidin hevdu. Gava aştiyeke bi rûmet, encax em dikarin bi vî rengî biavêjin. Xwîn bi xwînê nayê şuştin."

Denîz axaftina xwe weha dewam kir: "Cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye ku em dayikên zarokên xwe yên di vê rê de şehîd ketine ye. Herçend me hestiyên zarokên xwe kom kirin jî, me dest ji vê têkoşîna aştiyê bernedan û em jê venagerin. Ey Erdogan, di bin navê Mislimantiyê de tu me dikujî û ola me bikar tîne. Li Rojava, tu piştgiriyê dide çeteyên ku mirovên me bi saxî dişewitînin. Cihê zilma te di Mislimantiyê de tineye."

Tê payîn serxweşiya ji bo gerîlayan sê rojan dewam bike.