Li Licê mirina bi guman a leşker

Li Licê mirina bi guman a leşker

Li Licê di Togaya Piyade ya 48. Tabantepe de leşkerekî bi awayekî ne diyar jiyana xwe ji dest da. Hate ragehandin ku leşker di encama qezaya  'dema henek dikirinê' de jiyana xwe ji dest daye.   

Yek ji mirinên din ên bi guman yên leşkeran di Qişlayên leşkerî de lê zêde bû. Li navçeya Amedê ya Licê di Togaya Piyade ya 48. ya Tabantebeyê de, Cîhan Ozmen yê ku li fermandariya 5. Tabura Komando ya yêkîneya arîkariyê ya parastinê, leşkeriya ji neçarî dikir,  bi şêweyekî ne diyar jiyana xwe ji dest da. 

Li gorî ideaya, leşkerê ku li ser şêniya  Colemêrgê qeyîtkiri yê bi navê Cumaelî Akin di durahiya du-sê metreya ya ji leşkerên bi navê  Cihan Ozmen û Erkan Yıldırım, çek di destê wî de teqiya. Di encama teqîna çekê de, Cîhan Ozmen yê ji Dîlokê di encama guleya bi wî ketî de jiyana xwe ji dest da. 

Leşker Cumalî Akin ê ku ji aliyê dozgeriyê ve îfada wî girtin, li ser daxwaza girtinê hate rêkirina 7. Fermandariya Kolordu ya Dadgeha Leşkerî . Ak,n ji ber sedemê kuştina mirovan ya bê sedem hate girtin.