Li Lîcê operasyona leşkerî, gel ber bi herêmê ve diçe
Li Lîcê operasyona leşkerî, gel ber bi herêmê ve diçe
Li Lîcê operasyona leşkerî, gel ber bi herêmê ve diçe
Li navçeya Lîceyê ya Amedê operasyona leşkerî ya bi piştgiriya helîkopteran hate destpêkirin. Hate ragihandin ku, gelek helîkopteran herêm bombebaran kirin.
Hate ragihandin ku, li bejahiyên gundên Kelwas, Cidezuz û Dîbekê yên li herêma Pişe Kevirê ya girêdayî navçeya Lîceyê ya Amedê operasyonekî berfireh ya leşkerî ya bi piştgiriya helîkopteran destpê kir. Li gorî çavkaniyên herêmê, herêma operayonê ji aliyê helîkopteran ve tê bombebarankirin. Hate hînbûn ku, Rêxistina BDP'ê ya Lîceyê ber bi herêma operasyonê ve çû. Gelek welatî di bin bombebarana helîkopteran de ber bi herêma operasyonê ve çûn û welatî ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.
Rêxistina BDP'ê ya Amedê jî dê ber bi herêma operasyonê ve biçe.