Li Lîcê operasyona leşkerî, gel çûn çiyê

Li Lîcê operasyona leşkerî, gel çûn çiyê

Li navçeya Lîce ya Amedê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Welatiyên Lîce û gundên herêmê li dijî operasyonan derketin çiyê û li girikên bilind agir pêxitin û bertekên xwe anin ziman. Herikîna welatiyên gundên derdorê ya çiyê didome.

Li herêma bejahiya gundê Ziyareta Mezin û Sipênê di demjimêrên êvarî li dora 15.00 'an de bi tevlîbûna gelek leşkeran operasyon hat destpêkirin. Bi sedan leşker tevlî operasyonê bûn. Piştî operasyona leşkerî hat destpêkirin welatiyên gundên herêmê jî derketin girên bilind û li dijî operasyonê bertekên xwe anîn ziman.

Welatiyan li girên bilind agir pêxistin û xwestin leşker dawî li operasyonan bînin. Li herêmê operasyona leşkerî berdewam dike. Li aliyê din herikîna welatiyên herêmê ya çiyê û girên bilindî ji berdewam dike. Welatiyên ku li girên bilind kom bûn agir pêxistin û sekna xwe ya li hemberî operasyonan didomînin.