Li Lîceyê ciwanek hate binçavkirin

Li Lîceyê ciwanek hate binçavkirin

Li navçeya Lîceya Amedê piştî teqîna duh, leşkeran ciwanê bi navê Kemal Şenyuz ku derûniya wî ne li cih bû binçav kirin.

Duh êvarî 5 kîlometre nêzî navçeya Liceya Amedê dema karwana wesayîtên leşkerî vedigeriya navçeyê teqîn pêk hat. Di teqînê de 4 kes birîndar bûn. Piştî teqînê leşkerên ku li nava navçeyê li dewriyê digeriyan ciwanê bi navê Kemal Şenyuz (25) ku hat gotin derûnişa wî nebaşe binçavkirin. Şenyuz û piştre çûn malbatê û diyar kirin ku, kurê wan Şenyuz binçav kiriye. Şenyuz birin Fermandariya Cendirmeyan ya Lîceyê.