Li Lîlleyê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin

Li Lîlleyê salvegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin

Li bajarê Fransa Lîlleyê 35. salvegera damezrandina PKK’ê hat pîroz kirin.

Li Ewropayê pîrozbahiyên salvegera damezrandina PKK’ê didomin. Li bajarê Fransayê Lîlleyê bi şevekê salvegera damezirandina PKK’ê hat pîrozkirin.

Şahiya ku tê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK û wêneyên gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan de hat vekirin, peymendiyekî berfireh dît.

Di şevê de siyasetmedarê Kurd Rauf Baran û ji Federasyona Elewiyên Demokratîk Mehmed Guzel axaftin kirin.

Mehmed Guzel diyar kir ku bi saya PKK’ê Elewiyan kariye li ser lingê xwe, bi hêz û wekî gelek bi rêxistin kirî bimînin û got: “Eger dijminatiya baweriyê ji holê rabûyî be ew yek bi saya îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerê zihniyetê yê ji aliyê PKK’ê ve hatiye dayîne."

Siyasetmedarê Kurd Rauf Baran jî destnîşan kir ku pêwîste beşdarbûneke xurt ji bo mîtînga yekemîn salvegera komkujiya Parîsê ya di 11’ê Îlonê de tê li darxistin bê kirin. 

Şahiyê bi stranên Peywan Arjîn, Alî Gul, Hozan Canê û  Nûarînê heta derengiya şevê dom kir.