Li Londonê aqubeta wendayan hate pirsîn

Li Londonê aqubeta wendayan hate pirsîn

Komîteya Navneteweyî ya Li Dijî Binçavkirinan (ICAD) bi wesîleya 17-31’ê gulanê Hefteya Têkoşîna Li Hemberî Wendahiyên di Binçavan de a Navneteweyî li Londonê çalakiyek pêk anîn û wenda bi bîr anîn.

Bi wesîleya hefteya wendayan di şeva 31’ê Gulanê de li navena seksiyon ICAD Brîtanyayê stand hate vekirin û aqûbeta wendayan hate pirsîn. Standan ku li qada Trafalgar hate vekirin de panqarta dayikên aştiyê û wêneyên kesên wenda hatin derxistin.

Ji bo bîranîna wendayan mum hatin pêixstin û belavoka der barê hefteya wendayan de ku ji aliyê organîzasyona ICAD-Ewropa a bi îngîlîzî hatibû amadekirin belavkirin. Di belavoka ku pirsgirêka wendayan dihat gotin de hate xwestin ku bila li dijî vê bi hestiyar bin.

ICAD bi wesîleya hefteya wendayan lig elek welatên Ewropayê çalakî pêk anîn û xwesti ku aqûbeta wndayan bê aşkerakirin.

ICAD’ê da zanîn kul i Tirkiye, Kurdistana Bakur, Kolombiya, Srî Lanka, Nepal û cihên cuda yên cîhanê wendahî çêdibin û gotin polîtîkayên dewletê yên di bin çavan de wendakirin ji bo ku wn bê den bihêlin tên kirin.

ICAD got ku heta aqûbeta wendayan neyê aşkerekirin û hesab neyê pirsîn dê têkoşîna xwe bidomînin.