Li Lyonê civîna piştgiriya bi Rojava re
Li Lyonê civîna piştgiriya bi Rojava re
Li Lyonê civîna piştgiriya bi Rojava re
Li bajarê Lyonê, ciwanên Kurd û Fransî bi armanca piştgirîdayîna şoreşa li Rojavayê Kurdistanê civînek lidar xistin.
Bi armanca piştgirîdayîna şoreşa Rojavayê Kurdistanê, duh êvarê li bajarê Fransa Lyonê civînek hat lidarxistin. Civîna hevbeş a ciwanên Kurd û Fransî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser rewşa gelê Kurd û Kurdistanê hat nîşandan.
Li dû sînevîzyonê Dr. Khalid Îsa rewşa Rojavayê Kurdistanê ji beşdaran re vegot û bal kişand ser girîngiya piştevaniya bi gelê Kurd ê li Rojava re.
Ciwanên Fransî yên di civînê de amade bûn jî, piştgiriya xwe ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re nîşan dan.
Civîn bi muzîk û govendê bi dawî bû.