Li Magdebûrgê 27'ê Mijdarê hat pîrozkirin

Li Magdebûrgê 27'ê Mijdarê hat pîrozkirin

Li bajarê Almanya Magdebûrgê, Kurdan bi şevekê 35. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pîroz kirin.

Şahiya bi beşdariya 500 kesî bi qedeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Di şahiyê de salvegera damezrandina PKK û şoreşa Rojava hat silavkirin û Koma Riha, Hozan Şemdîn; Narîn Şêxê û Xelîl Xemgîn derketin ser dikê.

Her wiha nûnerê PYD'ê Zûhat Kobanê û ji Partiya Marksîst Lenînîst a Almanya Marîo Lupke axaftinek kirin. Di şahiyê de beşdaran ji bo PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme qîriyan.