Li Mahabadê 15 kes hatin binçavkirin
Li Mahabadê 15 kes hatin binçavkirin
Li Mahabadê 15 kes hatin binçavkirin
Hêzên dewleta Îranê, li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Mahabadê 15 kes ji gundê Xurxure kirin binçavan.
Li gorî nûçeya malpera Kurdistanmedia, ji ber ku gundî li dijî biryargeha Bezîc ku hêza paramîlîter a rejîmê ye û tê xwestin li gundê wan were avakirin derketine, hatine binçavkirin.
Beriya du hefteyan, hêzên rejîmê ji bo biryargeha nû ya Bezîcê çûbûn gundê Xurxureyê û li nerazîbûna gel rast hatibûn. Gundiyan diyar kiribûn ku ew li gundê xwe qereqolên nû yên leşkerî naxwazin û nerazîbûn nîşan dabûn.
Li dû serhildanên li Rojhilata Navîn, Îranê hêzên Bezîc ên li Kurdistanê zêde kir û hewl dide Artêşa Kurdistanê ya Mûxafizên Şoreşê ava bike.
Bezîc ku yekemcar di sala 1979'an de weke hêzeke paramîlîter ji aliyê Ayetûllah Hûmeynî ve hatibû damezrandin, di rewşa heyî de weke baskekî Mûxafizên Şoreşê ye.