Li Mahabadê li girtiyekî Kurd cezayê darvekirinê hat birîn
Li Mahabadê li girtiyekî Kurd cezayê darvekirinê hat birîn
Li Mahabadê li girtiyekî Kurd cezayê darvekirinê hat birîn
Girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê Mihemed Ebdulah, bi sedema alîkarî li gel partiyek Kurdî ya li dijî Komara Îslamî ya Îranê kiriye, ji aliyê dadgeha Şoreşê ya Mahabadê ve cezayê darvekirinê lê hate birîn.
Li gorî raportek malpera nûçeyan a Herane, girtiyê bi navê Mihemed Ebdulah di sala 2010’an de li bajarê Mahabad hatiye girtin. Di dema lêpirsînê de rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatiye û di dema îşkenceyê de dest û lingên wî hatine şikandin.
Li gorî kesek ji nêzîk kesê girtî, 11 caran Mihemed ji aliyê dadgehê ve hatiye mehkeme kirin. Di dawiyê de jî cezayê dij mirovahî yê darvekirinê lê hatiye birîn.
Hêjayî gotinêye birayekî Mihemed ê bi navê Hemedemîn Ebdula, ji ber doza siyasî 18 sal siza ser de hatiye birîn.